Derbar

SEMPOZYÛMA NAVNETEWEYÎ YA KURDÎ I

DÎN, DÎROK, ZIMAN Û ÇAND

Dîn, dîrok, ziman û çand ji mêj ve ye ku bûne serçavîyên giring ên nasname û kesayetîya manewî ya miletan. Ji ber vê, nasîn û zanîna taybetmendîyên miletan bi rêya vekolîna dîn, dîrok, ziman û çandên wan mumkîn dibe. Ji ber mercên taybetî yên civaka kurdî vekolînên li ser bawerî, dîrok, ziman û çanda kurdî hîn negihîştine asta miletên pêşketî û pêwîstî bi xebat û lêhûrbûnên zêdetir heye. Ev sempozyûma ku bi hevbeşîya Beşa Makezanista Ziman û Edebîyata Kurdî ya Fakulteya Edebîyatê ya Sezaî Karakoç û Fakulteya Îlahîyatê ya Zanîngeha Dîcleyê tê kirin, bi mebesta geşkirina vê qadê tê lidarxistin. Em dixwazin bi rêya vê sempozyûmê berê vekolerên vê qadê bidin alîyên xam û veşartî yên bawerî, dîrok, ziman û çanda kurdî û xebatên vê qadê bi pêş ve bibin. Di vê çarçoveyê da em dixwazin di sempozyûma xwe da van mijarên jêrîn gengeşe bikin:

1.      Medreseyên kurdan

2.      Tesewuf di nav kurdan da

3.      Berhemên dînî yên kurdî

4.      Bizavên dînî di nav kurdan da

5.      Ziman û edebîyata kurdî

6.      Folklora kurdî

7.      Dîroka kurdan

8.      Etnografî û civaknasîya kurdî

9.      Erdnîgarîya kurdan

10.  Perwerde û akademîya kurdî

11.  Mîmarîya kurdî

Li dor van babetên destnîşankirî serlêdan dê bi zimanên kurdî, tirkî, îngilîzî, erebî û farisî bên pejirandin. Em ji vekolerên hêja tika dikin ku di beşdarîya sempozyûmê da demên serlêdan, şandina kurte û deqên temam û rênimûyayîyên zanistî yên destnîşankirî li ber çavan bigirin. Kurte û deqên temam ên sempozyûmê dê bi awayekî cuda bên çapkirin. Herweha deqên temam dê wek beşên pirtûkê bên weşandin.